Îtaliya dixwaze baştirîn têkelî digel Herêma Kurdistanê hebin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 08.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Sîrîna Muronî konsula nû ya Îtaliyayê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.
Konsula Îtaliyayê kêfxweşiya xwe li hemebr dîdara bi serokwezîrê Kurdistanê re nîşan da û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji dema wê dest bi karê xwe yê nû kirî, berdewam piştgirî û hevkarî pê re tê kirin û ji bona serkeftina kar û xebatên wê hêsankarî jê re tê kirin.
Wê got ku welatê wê Îtaliya dixwaze di hemû waran têkeliyên xurt digel Herêma Kurdstanê hebin û tekîd jî kir ku Îtaliya li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkeî û însanî de berdewam dibe.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikaeûbûna konsula nû ya Îtaliyayê li Herêma Kurdistanê kir, ji kar û xebatên wê re serkeftin xwest û piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo nîşan da.
Serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê derfetên baş yên berhemanînê û sermayerazandinê hene û bang li sermayedar, şitket û kompaniyên îtaliyayî kir ku li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayeyê xwe birazînin.
Rewşa giştî ya herêmî û şerê azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞ hin mijarên din yên civîna serokwezîr û konsula nû ya Îtaliyayê bûn.
