Li Amed û Çewlîgê operasyon û qedexe
Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber operasyonên leşkerî li 16 gund û herêmên bi ser navçeyên Licê û Hênê yên Amedê ve qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Parêzgariya Amedê amaje bi vê yekê kiriye ku li hemberî PKKê operasyona leşkerî were lidarxistin û ji bo “ti zerar negihêje canê welatiyan” biryara qedexeyê hatiye dayîn û ew bi ji 8ê Gulanê seat 05.00ê heta biryareke duyem berdewam be.
Li herêm û gundên bi ser Licê û Hênê ve yên qedexeya derketina derve hatine ragihandin ev in: “Li gundên Abali, Birlik, Şenlik, Erginkoy, Tuzlakoy, Çeper, Ecemiş, Daralan û Durukoy a girêdayî Licê û li gundên Serenkoy, Uzunlar, Yukariturali, Kalaba, Topçular, Akçayurt û Kaledibi yên bi ser Hênê ve.”
Herwiha li navçeya Darahênê ya Çewlîgê ji ber operasyonên leşkerî li gundên Karci, Yelkaya, Uçgul, Doşekkaya, Direkli, Ericek, Servi, Harmancik, Çoban, Saribudak, Yaydere, Buyukagaç, Çevirme, Yayala, Şehitkoy, Yeniyazi, Doganca, Bulgurluk û Yolaçtiyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Rudaw
