Pêşmergeyek di dema paqijkirina çeka xwe de canê xwe ji dest da
Duh êvarê li Hewlêrê, pêşmergeyek di dema paqijkirina çeka xwe de fîşek lê ket û canê xwe ji dest da.
Li ser wê bûyerê hevalê wî pêşmergeyê Remezan Celal ji BasNewsê re got, wî pêşmergeyî li mala xwe de çeka xwe paqij dikir lê nişkave fîşek li ber çeka wî derket û lê ket û can da.
Hevalê wî pêşmergeyî da zanîn ku ew pêşmerge sê sal bûn li eniya Dûbiz ya Kerkûkê nobedariya bîrên petrolê dikir.
Basnews
