• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesîhiyên Kurdistanê kursiya kilîseya rojhilat a aşûrî vedigerînin Hewlêrê

Mesîhiyên Kurdistanê kursiya kilîseya rojhilat a aşûrî vedigerînin Hewlêrê
Mesîhiyên Kurdistanê kursiya kilîseya rojhilat a aşûrî vegerandin bajarê Hewlêrê.

Mesîhiyan amaje bi vê yekê kirin ku ji ber derbe û zextên hikûmeta Iraqê ew rastî gelek binpêkirinên yasayî û mafê mirov bûne.

Piştî 40 salan Mesîhiyan kursiya Usquf a kilîseya rojhilat a aşûriyan li bajarê Hewlêrê tejî kirin. Berpirsê mesîhiyan behs li wê yekê dikin ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vegerandina kursiya kilîseya rojhilat a aşûrî bo bajarê Hewlêrê de xwedî roleke mezin bûye.

Du sal berî naha Mesîhiyan kursiya patrîk a kilîseya rojhilat a ortadoks ji Amerîkayê ve vegerandin Hewlêrê.

Basnews
Top