Mark Milley: Em berdewam dibin li ser parastina Kurdistanê
Fermandarê Hêza Bejayî yê Amerîkayê General Mark Milley ragihand ku piştî têkçûna rêxistina terorîst a DIŞIê em ê aramiya Kurdistanê biparêzin.
Fermandarê Hêzên Bejayî yê Amerîkayê General Mark Milley di axaftina xwe de got: "Piştî têkçûna rêxistina terorîst a DIŞIê, Amerîka bi soza xwe ya ji bo parastin û aramiya Irak û Kurdistanê ve girêdayî ye. Herwiha piştgiriya me wê ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bidome."
