Serokomarê Îranê li Urmiyê soz da kurdan
Hesen Ruhanî yekşembiyê piştî nîvro gihîşt Firokexaneya Navdewletiya Urmiyê û ji aliyê berpirsên parêzgehê ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwaziya Ruhanî de, grûpeke govenda Kurdî jî amade bibû.
Ruhanî li Urmiyê û li yarîzgeha 6 hezar kesî ya Xedîr a wî bajarî bi alîgirên xwe re civiya.
Ruhanî di nava alîgirên xwe de ragihand, eger careke din weke serokomar were hilbijarti, dê soza xwe ya derbarê xwendina bi zimanê zikmakî li zanîngehan û xwandingehan cîbicî bike.
Serokomarê niha yê Îranê amaje bi hewlên ji bo vejandina Gola Urmiyê kir û diyar kir, hikûmeta wî ji bo vejnadina Gola Urmiyê nêzîkî 2 hezar milyar toman dabîn kiriye.
Hesen Ruhanî herwiha behsa çêkirina derfetên kar jî kir û got, di dema kabîneya wî de, zêdetirî 750 hezar derfetên kar hatiye dabînkirin.
Di kombûna alîgirên Ruhanî li Urmiyê de, hejmarek welatiyên Kurd bi cilûbergên netewî yên Kurdî beşdar bibûn û daxwaz ji wî kirin, ku pirsgirêka nebûna derfetên kar li deverên kurdnişîn û arîşeya kolberan çareser bike.
Welatiyên Kurd herwiha ji Ruhanî xwastin, ku di kabîneya xwe ya nû de, beşdariyê bi pêkhateyên netewî û sunnî mzeheb jî bike.
Serokomarê Îranê jî derbarê rewşa kolberan de doz da, ku pirsgirêka sînoran çareser bike, daku xelk ji kar û dahata sînoran qazancê bikin.
Welatiyekî Kurd ku di vê mîtînga Ruhanî de beşdar bû, ji Rûdawê re ragihand, wan bendewarî li Ruhanî heye, daku mijara xwendina bi zimanê dayik were çareserkirin û xwendina bi zimanê zikmakî were cîbicîkirin, herwiha derfetên kar ji bo welatiyên û bi taybet xortan were dabînkirin.
Bajarê Urmiyê yek ji bajarên mezin ên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ji bilî kurdan, pêkhateyên din ên weke Azerî û Aşûrî dijîn û herwiha mezhebên weke Şîe û Sunnî û ola mesîhî jî li vî bajarî hene.
Ji ber siyasetên Tehranê, rêveberiya parêzgeha Urmiyê û bajarê Urmiyê bi taybetî, di kontrola pêkhateya Azerî de ye, ku pirranî li ser mezhebê Şîe ne, û Kurd ji rêveberiyê hatine bêparkirin.
rudaw
