Kanada û Amerîka alîkariyên leşkerî ji Pêşmerge re dişînên
Li gorî nûçeya BasNewsê berpirsê hemahengî û pêwendiyên Wezareta Pêşmerge Hejmar Omer ragihand ku me bi Kanadayê re rêkeftinek ji bo alîkariyên serbazî îmze kiribû. Li gorî rêkeftinê di demek nêzîk de Kanada dê tevahiya pêdivêyên serbazî yên tabûrek Pêşmerge radestî Wezareta Pêşmerge bike.
Berpirsê Pêşmerge Hejmar Omer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herwiha dê 200 milyon dolar jî ji aliyê Amerîkayê ve were dayîn. Par Amerîka 2 milyar û 700 milyon dolar deyn dabû Iraqê, 200 milyon dolar ji wî pereyî dê bo Pêşmerge bê dayîn."
Omer da zanîn ku lijneyek hevbeş ji Wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeyman hatiye pêkanîn ji bo rêxistinbûyîna hêzên Pêşmerge. Heta niha wê lijneyê gelek civîn li dar xistine. Herî dawî lijneya han bi encumena wezîran re civiya. Di wê civînê de hat xwestin ku hêza hewayî ya Pêşmerge were avakirin û firoke û helîkopter jî bên dabînkirin."
