Kurdistan û tîmeke pisporên navdewletî leşkerek profesyonal ava dikin
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîr, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê, wezîrê pêşmerge û berpirs û fermandarên wezareta pêşmerge, di civînekê de roja yekşemê 07.05.2017ê, wê tîma navdewletî ku ji wezareta bergiriyê ya Amerîka, Birîtaniya û Almaniyayê pêk tê, rapora xwe ya ji bona avakirina hêzeke xurt, profesonal û organîzekirî ya pêşmerge xiste ber destê beşdarên civînê û ew rapora şareza û pisporên serbazî ji 35 xalan pêk tê,
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bona hevkkarî û alîkaiyên berdewam berê û niha ji bo herêma Kurdistanê, sipasiya welatên hevpeymanan kir û got ku piştî sala 2003ê herêma Kurdistanê zêdetir giraniya xwe dabû ser avadankirina Kurdistanê, ne dirustkirina hêzeke leşkerî, Herêma Kurdistanê wisa hizir dikir ku eger her êrîş û gefek bê ser Herêma Kurdistanê arteşa Îraqê dê bergiriyê jê bike û hikûmeta federal ji parastina welêt bi giştî berpisiyar e, lê digel êrîş û gefên terorîstên DAÎŞ, mixabin, hemû rewş û hvsengî hatin guhertin, ji ber hindê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzeke xurt, organîzekirî û profesyonal a pêşmerge ava bike.
Serokwezîr got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li pirojeyê şareza û pisporên leşkerî yên Amerîka, Birîtaniya û Alamniyayê dike û di civîneke civata wezîran de dê vê pirojeyê bike mijara gotûbêjan daku paşî bê pesind kirn. Piştî ew piroje li civata wezîran tê pesind kirin dê ji bo serokê Herêma Kurdistanê bê hinaratin daku fermana pêwîst li ser bide.
