• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Fransayê dengayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê birêve diçe

Li Fransayê dengayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê birêve diçe
Dengdayîna tûra duyemîn ya hilbijartinên serokomariya Fransayê îro li wî welatî birêve diçe.

Di tûra yekemîn de li gorî encaman namzedê serbixwe Emmanuel Macron ji sedî 23.82ê dengan wergirt bû û namzeda Partiya Niştîmanî Marine Le Pen jî ji sedî 21.58ê dengan wergirt.

Di hilbijartinên îro de Emmanuel Macron yan jî Marine Le Pen dê ji bo serokomariya Fransayê were hilbijartin.

Mafî 47 mîlyon hilbijêran heye di hilbijartinên îro yên serokomariya Fransayê de dengê xwe bidin. Di tûra yekêm de ji sedî 78 hilbijêran dengê xwe da bûn û lê tê pêşbînîkirin ku , rêjeya tevlîbûnê li gorî tûra yekemîn kêmtir be.

Rudaw
Top