• Saturday, 21 February 2026
logo

450 burokrat û serbazên Tirk, daxwaza pênaberiyê kirin e

450 burokrat û serbazên Tirk, daxwaza pênaberiyê kirin e
Kovara Der Spiegel a almanî diyarkir ku, di hejmara burokrat û serbazên Tirk ên ku serî ji bo penaberiyê li Almanya xistin e, zêdebûnek mezin heye.

Li gor nûçeya Der Spiegel, piştî hewla kûdetaya leşkerî li Tirkiye di 15ê Tîrmeh a sala 2016an de, biqasî 450 diplomat, dadwêr, serbaz û burokratên din daxwaza penaberiyê li Almanya kirin e.

Herweha tê diyarkirin ku, evê yekê di navbeyna Tirkiye û Almanya de hin alozî peyda kirin e, ji ber ku Tirkiye naxwaze Almanya mafê penaberiyê bide wan kesan, ku zêdeyên wan wekî gûmanbar di kûdetayê de binav dike.

Basnews
Top