Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li Kerkûkê têk şikandin
Peyamnêrê K24ê Hêmin Dilo li ser zarê fermandarên Pêşmerge ragihand, ku 5 xwekujên DAIŞê cilûbergên Pêşmerge lixwe kiribûn û riyên xwe jî kur kiribûn, êrîşî serbazgeha Kîwan ya li başûrê rojavayê Kerkûkê kirin, lê Pêşmerge bi wan agahdar bûn û 3 çekdar kuştin û 2 çekdaran jî xwe teqandin.
Peyamnêrê K24ê ragihand jî, di encama wê êrîşê de 2 Pêşmerge şehîd bûn û 6 Pêşmerge jî birîndar bûn.
K24
