Şervana YPGê ya brîtanî: Em ji mirinê re amade ne
Kimberley Taylor ji bajarê Blekborna başûrê rojavayê Îngîlistanê ye, ku gotiye, wê herdem hez ji karê mirovî kiriye. Herwiha ji bo alîkariya mirovan hizra avakirina rêxistineke sivîl jî kiriye. Lewma di havîna sala 2015ê de biryar daye were Iraqê û ji nêzîk ve alîkariyê bide jinên koçber.
The Observer di rapora xwe de ji zarê Kimberley Taylor dide zanîn, ku wê li Başûrê Kurdistanê serdana cem jinên êzidî yên ji destê DAIŞê filitîne kiriye, guhdariya çîrokên wan kiriye.
Kimberley Taylor dibêje; “Dayikan zarokên xwe didan min da ku bibim Ewropayê. Wan pir bi ciddî ev daxwaz ji min dikirin. Divêya min jî tiştek bikira.”
Lewma piştî vegera Brîtanyayê, di Adara sala 2016ê de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û li wir beşdarê nav refên çekdarên biyanî yên YPGê dike.
Niha ev jina brîtanî endama Yekîneyên Parstina Jinan (YPJ) ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye û xwe ji bo beşdarbûna operasyona Reqayê amade dike.
Şervana brîtanî dibêje, eger çekdarekî DAIŞê yê bi rêgez brîtanî derbikeve pêşiya wê dê ev bibe rewşeke ecêb lê ew amade ye li hember wî erkê xwe bike. Kimberley Taylor herwiha dibêje, ji dibistana wê xwendiye ya li Bleckbornê, kesek hatiye û bûye çekdarê DAIŞê.
Herwiha çavkaniyekê ji asayîşa YPGê ji heftenameyê re gotiye, ku DAIŞê hezar û 500 çekdarên biyanî vekişandiye Reqayê.
Êrîşên şev ên DAIŞê
Kimberley Taylor behsa wê yekê dike, ku berî bihîstibû çekdarên DAIŞê bi şev dize û êrîşan dikin. Lê yekemîn car ew di 12ê Sibata 2017ê bûye şahidê êrîşeke wiha.
Weke ku Kimberley dibêje, demjimêr 03.40ê danê sibê, çekdarên DAIŞê êrîşî çeperên wan kirine. Ji nişkê ve çekdarek ber bi wê ve reviye û xwe teqandiye.
Şervana brîtanî ya 28 salî dibêje şans û bextê wê hebû ye, ku kariye ji vê êrîşê rizgar bibe û diyar dike; “Şansê min hebû. Carekê min dît, ku di nav leşê mirovên mirî de wenda bûme.”
Ew baregaha ku Kimberley Taylor behsê dike, tenê 25 kîlometreyan ji Reqayê dûr e. Ligel hilatina rojê, dîmenên şer û termên şewitî, ji bo demekê rewşa wê têk daye.
Êrîşa duyemîn jî di meha Adara îsal bûye. Vê carê DAIŞê êrîşî baregaheke YPJê ya 3 mîl dûrê Reqayê kiriye. Li gorî gotina Taylor, di dema vê êrîşê de keçikek 12 salî birîndar bûye û dayika wê ew aniye cem Kimberley da ku birînên wê derman bike.
Kimberley Taylor dibêje; “Brîna wê giran bû. Lebatên wê yên navxwe û zikê wê hemû derketibû derve. Min û pizîşkekê hevalê min, me hewlda wê rizgar bikin lê bê feyde bû.”
Ji bo mirinê amade ne
Li gorî rapora The Observerê, Kimberley Taylor piştî demekê diçe nav yekîneyeke din ê leşkerî, ku ev hêz weke hêzeke pêşeng beşdarî operasyona Reqayê dibe. Cihê baregaha vê yekîneyê tenê 12 mîl ji navenda bajarê Reqayê dûr e. Wate eger êrîş çêbibe, yekemîn tîma here nav Reqayê dê tîma Kimberley Taylor be. Lewma jî dibêje; “DAIŞ xwe bigre em hatin!”
Şervana brîtanî baş dizane, ku dê şerê Reqayê giran be. Jiber ku DAIŞê xwe ji mêj ve ji şer re amade kirine. Taylor wiha diaxive:
“Dizanim, ku dê bi sedan hevalên min werin kuştin. Ew tişta ku em ê li Reqayê bibînin dê neşibe wan ên ku heta niha me dîtine. Lê em ji bo mirinê amade ne.”
Jiyana li eniyên şer
Kimberley Taylor vê yekê jî dizane, ku şerekî pir giran li hêviya wan e û çûn û neçûna şer jî hilbijardeyekê ne hêsan e.
Li baregahên YPJ yên li eniyên şer, taştê demjimêr 05.00ê sibê tê xwarin. Di taştê de goştê mirîşkê ya di nav qutiyan de û penîrê sê koşe heye. Cigare gelek e. Lê hemam û xweşuştin sestkefteke nûwaze û şahane ye. Çend hefteyekê jî xwe neşûştin li ba wan pir asayî ye.
Kimberley Taylor hez ji strana bi navê “şervanên azadiyê” dike û hez dike di eniyên pêş ên şer de be. Jiber ku li wir dikare bi bandor be û hest bi yeksanî û wekheviyê bike.
Şervana YPJê pir dixwaze wan zilamên destdirêjiya ser jinan kirine, bikuje. Lê derbarê jiyana xwe de ji Observerê re dibêje; “Yekemîn car e di jiyana xwe de dibînim, ku zilam jiber jinbûna min rêzê ji min re digrin.”
rudaw
