Waliyê Hatayê li ser derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Idlibê hate deng
Li ser navê Waliyê Hatayê daxuyaniyek hatibû belav kirin ku, di çarçova cibicîkirina navçeyên aram li Sûriyê, hêzên Tirkiyê û ligel zirîpoş û otombîlên leşkerî derbasî bajarê Idlibê bûye.
Malpera Waliyê Hatayê di daxuyaniyekê de ragihand, nûçeyên hin malper û sosyal medyayên Erebî derbarê çûna artêşa Tirkiyê bo Idlibê dûrî rastiyê ne.
Herwiha Waliyê Hatayê ew jî red kir, ku daxuyaniyek derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Idlibê belav kiribe.
Belavbûna vê nûçeyê di demekê de ku li gor rêkeftina Astanayê biryar e Rûsya, Tirkiye û Îran di pratîkê de çavdêriya 4 navçeyên kêmkirina şer li Sûriyê bikin.
K24
