Îran careke din dijatiya xwe li gel serxwebûna Kurdistanê ragehand
Şêwirmendê bilind ê Xamineyî yê karûbarê navnetewî û serokê navenda lêkolînên stratejîk a berjewendiyên Îranê Elî Ekber Welayetî ragehand: ‘’Îran dikare pêşîgirtina lewazî û dabeşbûna welatên navçeyê û di aştî û seqamgiriyê de rolên giring bigre serxwe.’’
Elî Ekber Welayetî got: ‘’Îran berevaniyê li Sûriyê û Iraqê û li serweriya wan dike û herwaha berevaniya li wan welatan berevaniya xwe dizane, ji ber divê Îran pêşî li dabeşbûna wan welatan bigre û ev yek bo seqamgiriya navçeyê giringe.’’
Berî naha jî gotûbêjê wezareta derve Behram Qasimî ragehandibû: ‘’Em dijî rapirsî û serxwebûna Kurdistanê ne û piştevaniyê li yekparçebûna Iraqê dikin.’’
Basnews
