• Saturday, 21 February 2026
logo

Helwesta dewleta Îranê û Kurdên Xurasanê

Helwesta dewleta Îranê û Kurdên Xurasanê
Kurdên Xurasanê ku di 3 qonaxan de, ji zêdetirî 500 salan beriya niha ve ji Kurdistanê hatine koçberkirin, hertim rastî hewlên asîmîlekirinê ên weke qirkirinên siyasî û çandî hatine.
Herî dawî ew ji beşdarî di şeşemîn festîvala bîranîna Elîşah Xan Heyderîzade helbestvanê Kurd de bêpar bûn. Di festîvalê de nivîskarên Kurd ji Hemedan, Loristan, Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamû beşdar bûbûn.
Ev rêgirtin, binpêkariya yasayên maf û azadiyan e ku li gora wan, her kes bêyî ku ji ber ziman, ol, baweriya siyasî yan jî yeke din jêbûna neteweyî û yan jî civakî, mal, zayîn an jî rewşeke din bibe, xwedî sûdwerigirtina ji hemû maf û azadiyan.
Ew piranî ji herêmên bakurê Rojhilatê Kurdistanê ne. Her ji dema desthilata Mannayan ve di sedsala 9’an ya beriya zayînê ve ew li Kurdistanê xwedî bandor bûn. Di dema çêbûna Împeratoriya Medan de rengê cudahiyên li navçeyê û dîsa jî tevlîbûna hêzan derdikeve ku Kurdên Kurmanc jî yek ji wan in.


Dem derbas bû û desthilat bû ya Şîeyan. Di salên derdora 1590’an ya zayînê de hewla koçberkirina Kurdan ji Urmiye, Xoy, Makû û Selmasê ji bo Xurasanê dihat dayîn. Ew di salên di navbera 1598’an de heya 1602’an yên zayînê ji bo Bakurê Xurasanê hatin koçberkirin da ku welatê Farsan biparêzin. Ew koçberkirin di encama civînekê de hat ku di navbera Şah Ebbasê Sefewî û mezinên Kurdan re hate lidarxistin û serokhozên Kurd bi Sefewiyan re li ser koçberkirina wan lihev hatin. Beriya wê di şerê Çaldiranê de ku di sala 1514’an de çê bûbû, Kurdistan bûbû du perçe. Li hemberî koçberiyê hatibû misogerkirin ku wê mafê wan li Xurasanê parastî be.
Ev cara yekemîn nîn e ku astengî li hemberî çalakiyên Kurdên Xurasanê çêdibin. Beriya niha jî, wezareta Çanda Îslamî ya Îranê, rê nedabû ku festîvaleke Kurdên wê navçeyê bê lidarxistin. Festîvala Pîran Çengî ku her sal li bajarê Qûçanê li Bakurê Xurasanê birêve diçû û tê de hunermendên Kurd yên vê herêmê û bi taybetî kesayetên naskirî yên muzîka kevn ya vê herêmê beşdar dibûn, sala derbasbûyî pêşî lê hate girtin û îzna birêveçûnê jê re nehat dayîn. Ev di demekê de bû ku ji bo wê festîvalê ji aliyê Kurdên wê herêmê ve xerceke zêde hatibû mezaxtin.


Ev kiryar jî hemû bingehên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê dike ku li gora wê, mafê çalakiyên welatiyan bêy liberçavgirtina sîstema dadwerî yan hokarên din yên weke qewmiyet, netewe, dîn yan bawerî, heye.
Weke çawa Mihemed Neqî Lutfî nûnerê Elî Xaminêyî li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê û pêşnimêjê bajêr dibêje, nabe Zimanê Kurdî û nivîsa Kurdî li Îlamê hebe û divê pêşiya vê yekê were girtin, li Xurasanê jî heman rewş heye. Cîgirê parêzgarê Xurasana Bakurî di civînekê de ragihandibû ku dijberên Komara Îslamî dixwazin hesta nasyonalîstî angu hesta netewî di nav xelkê vê parêzgehê de çê bikin. Wî berpirsê bilind yê Îranî ji saziyên ewlehî xwastibû ji bo bêbandorkirina partiyên Kurdî li wir tevbigerin. Gotinên bi wî rengî hertim rastî nerazîbûna çalakvanan tên lê di hember de cihê wan çalakvanan dibe girtîgeh.
Tevî ku Komara Îslamî ya Îranê benda yekem ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bi bêparkirina xelkê ji azadiyan ji wan standiye, benda duyem jî ku amaje dike ji ber statuya siyasî, hiqûqî an jî ya navneteweyî di navbera mirovan de cudayî nayê kirin û welatî li cem dewletan divê wekhev bin, binpê dike.

Top