• Saturday, 21 February 2026
logo

Îranê Erebistana Siûdî li NYê re gilî kir!

Îranê Erebistana Siûdî li NYê re gilî kir!
Îranê nameyek ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand û bertek nîşanî peyvên Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman da.

Rêvebiriya Îranê nameyek ji Sekreteriya Giştî ya KENYê re şand û di nameyê de aciziya xwe nîşanî peyvên Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman da.

Name di malpera fermî ya Wezareta Derve ya Îranê de hat weşandin û di heman demê de Îranê name ji Sekreteriya Giştî ya KENYê re şand û ji bo peyvên Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman yên dijî Îranê giliyê wî kir.

Li gorî nameyê Muhammed Bin Selman gotiye ‘berî ku şer têkeve nav axa Erebîstana Siûdî em ê hewl bidin ku di nav Îranê de pêk were.' Û li gorî rêvebiriya Îranê ev peyvên Selman rasterast tehdîd e.

Hefteya borî li sînorê Pakistanê 9 leşkerên artêşa Îranê hatibûn kuştin û li gorî îdîaya Îranê sebeb û berpirsyarê kuştina van leşkeran jî dîsa Erebîstana Siûdî ye. Îranê di nameya ku ji KENYê re şand de mijara kuştina 9 leşkerên sînorê Pakistanê jî nivîsand.

Basnews
Top