• Saturday, 21 February 2026
logo

PKK û rêjîma Sûriyê li ser Efrînê rêkeftinek îmze kirin

PKK û rêjîma Sûriyê li ser Efrînê rêkeftinek îmze kirin
Hat zanîn ku rêjîma Sûriyê û PYD/PKKê li ser devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê rêkeftinek kirine û dê hefteya bê jî wê rêkeftinê bicîh bînin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, roja 1 vê mehê, şandeka PYDê, ku baskê PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê, bi şandeka serbazî ya rêjîma Sûriyê re li navenda serbazî ya “Kefercenê” li nêzîkî bajarê Efrînê hevdîtin kirine.

Di wê hevdîtinê de her du aliyan li ser vekirina dezgehên hikûmeta Sûriyê li hev kirine û dê wê rêkeftinê hefteya bê bicîh bînin.

Endamê rêveberiya ENKSê Seîd Omer li ser wê rêkeftinê ji BasNewsê re got, berpirsên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê li Efrînê bicîh bûne û kar dikin. Malên wan li wir hene. Vekişana hêzên rêjîmê ji deverên kurdî taktîkek bûye. Li nav xelkê digotin ku hêzên rêjîma Sûriyê vekişiyane lê tenê xwe veşartin û rêveberî teslîmî PKKê kirin.

Seîd Omer her wiha got, rêjîma Sûriyê roj bi roj li Rojavayê Kurdistanê bihêztir dibe û li Kefercenê jî alaya rêjîm Sûriyê hatiye bilindkirin.

Wî berpirsê ENKSê li ser naveroka rêkeftina navbera PYD û rêjîma Sûriyê de jî got, her du aliyan li hev kirine ku hêzeka hevbeş bo encamdana operasiyonên hevbeş li gundên rojavayê Heleb û Idlibê pêk were, hêzên rêjîma Sûriyê bikarin derbasî Efrînê bibin û navendeka din ya serbazî bo Rûsya li Efrînê were çêkirin û firokexaneya Mîng jî bikeve xizmeta Rûsyayê. Dezgehên xizmetguzariyê yên rêjîma Sûriyê dîsa li Efrînê vebin. PYD û rêjîma Sûriyê li ser vê yekê jî li hev kirine ku asayişa PYDê û polîsên Sûriyê bibin yek û karmendên dezgeha îstixbarata Sûriyê jî li Efrînê bicîh bibin.

Li gorî agahiyên Seîd Omer, civînê 7 saetan dom kiriye û hatiye gotin ku rêkeftin di nav çend hefteyan de bicîh were.

Basnews
Top