Cîgirê serfermandarê Pêşmerge: Li gel me azad kirina temamê Şingalê ji Hewîcê giringtir e!
Vê derbarê de Salar Mihemed Cebarî ji BasNewsê re got: ‘’Di civîna lijneya bilind a leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de beşa (Eyser) a Mûsilê hemû hatiye temam kirin û azad kirin û beşa Eymen, hîn sedî 25ê wê di dest DAIŞê de ye, ya mayî jî sînorê Pêşmerge û DAIŞê ye, ku diyare bernameyek heye berî azadkirina temamê Mûsilêe, yan piştî azad kirina temamê Mûsilê ew pirs jî bê zelal kirin û bi taybet sînorê Hewîce, lê em dixwazin azad kirina temamê Şingalê bikeve berî azad kirina Hewîcê, ji ber navçeya Şingalê eger bê azadkirin û temamê rêyên Iraqê û Sûriyê ji milê Iraqê ve tê qutkirin.’’
Cîgirê serfermandarê Pêşmerge got: ‘’Dibe bi azad kirina temamê Şingalê ve peyvendiyên DAIŞê li her du welatan bê kontrol kirin, ji ber vê li gel me giringiya azadkirina temamê Şingalê bikeve berî azadkirina Hewîce .’’
Dawiyê de jî got: ‘’Dervey Şingalê Pêşmerge sînorê xwe ji DAIŞê sedî 100 paqij kiriye.’’
Basnews
