• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bi çi rengî dest ji serxwebûnê bernadin

Mesrûr Barzanî: Bi çi rengî dest ji serxwebûnê bernadin
Şîretkarê civata asayîşa herêma Kurdistanê ragîhand; bi çi rengan ew dest ji pirsa serxwebûnê bernadin û amadene her îro perlemanê kKurdistanê bi dengên piranîyê kara bikin.

Mesrûr Barzanî şîretkarê civata asayîşa herêmê, li Hewlêrê gotarek di karnavala piştevanîya Yekîtîya qutabîyên Kurdistanê da ji bo referanduma serxwebûnê da pêşkêş kir got: hindek dijatîya referandumê dikin û behaneyên cuda ji bo nekirina wê dibînin, lê bi çi rengan ew dest ji wê pirsê bernadin û referanduma serxwebûna herêmê îsal wê bê kirin û guhdarîya wî dengê neşaz nayê kirin.

Da zanîn jî: eger di qanûnên Navdewletî da Kurd bibin xwedî serwerî û welatê xwe yê serbixwe, wî demî li gorî qanûnên Navdewletî, kes nikare dest dirêjîyê li ser Kurdistanê bike, lê niha Kurdistan pişkeke ji hikûmeta Îraqê ku heta niha ew bixwe nikarîyeî serwerya xwe bi parêze.

Şîretkarê civata asayîşê dîyar jî kir, ew li dijî karakirina perlemanê Kurdistanê nînin, berovajî ew amadene her ji îro perlemanê Kurdistanê bi dengên piranîyê karabikin û serokatîyeka nû bi hilbijêrin, lê serokayetîyek ku di berjewenda xelkê da biryaran bide, neku bibe nûnerê alîyekî û tenê di berjewenda partîya xwe da kar bike.

Xuya jî kir, berîya perlemanî, millet çavkanîya şerî ye, lê pêwîste perleman bê karakirin û bo vê yekê jî, pêşnîyar hebûn, lê bi çi rengan ew qebûl nakin ji bo razîkirina partîyekê yan kesekî, yan çarekirina pirsa du partîyan, perleman û paşeroja welat bikeve bin pirsîyaran û berbi çarenivîsekê nedîyar biçin.

War.tv
Top