Parlamenterê AK Partiyê: Erdogan ji Kurdan hez dike
Piştî prose û nîqaşên durûdirêj Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi fermî bû endamê AK Partiyê û di dîroka Komara Tirkiyê de jî serdemeke nû dest pê kir.
Komîteya navendî ya AK Partiyê di heman demê de biryar daye ku roja 21ê Gulanê kongreya xwe awarte pêk bîne û di encamê de Recep Tayyip Erdogan weke serokê AK Partiyê were helbijartin. Di nav siyaseta Tirkiyê de jî karvedanên vê geşedanê berdewam in.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî 979 rojan careke dî bi fermî bû endamê AK Partiyê ku biryar e roja 21ê Gulanê piştî komgreya awarte jî bi fermî bibe serokê vê partiyê, wezîrekî hikumetê jî dibêje siha Erdogan her tim li ser AK Partiyê hebû.
Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî ji Rûdawê re wiha got: “Me xaleke destûrî bicih kir. Bi rastî em û birêz Serokomar careke din gehiştin hev. Jixwe hemû kesê peywendiyên me dizanîn û tiştekî veşartî tine. Me tiştekî baş kir û mesele gihande qonaxeke fermî. Her serokomarek gorî xwe siyasetê dike. serokomarê me jî ev rêye helbijart.”
Parlemeneterekî Kurd ê AK Partiyê jî dibêje dibe ku Erdogan di dema serokatiya xwe de suprîzên xweş ji bo Kurdan bike.
Parlemeneterê AK Partiyê Burhan Kayaturk jî got: “Erdogan lîderê suprîzan e. Dikare her tiştî bike. Di navbera Erdogan û Kurdan de tiştên baş hene. heta roja îro Kurd ji Erdogan hez dikin û Erdogan jî ji Kurdan hez dike.”
Tevî van gotinên parlemenetrê AK Partiyê jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hêvî nake ku proseyeke nû li Tirkiyê dest pê bike û HDP dibêje Erdogan her ku diçe desthilata xwe ya şexsî zêdetir dike.
Parlementerê HDPê Mehmet Alî Aslan jî ji Rûdawê re wiha axivî: “Niha hemû hêz, sazî û erk di destê wan de ye, xwezî van derfatan ji bo aştî û biratiyê bi kar bînin. Ji ber ku heta li vî welatî aştî û biratî nebe, ne ew, ne jî em rihetiyê nabînin. Lêmixabin ew wisa nakin.”
Di gal wegeryana Erdogan bo AK Partiyê dengoyên helbijartineke pêşwext jî zêde bûne lê aliyên hikumetê dibêjin niha di rojeva wan de helbijartinên peşwext nîne û hejbijartin dê di dema xwe de anko 3ê mijdara 2019ê werin kirin.
Rudaw
