• Saturday, 21 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê bersiva Îranê da: Xwe tevlî karên me nekin

Herêma Kurdistanê bersiva Îranê da: Xwe tevlî karên me nekin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Wezareta Derve ya Îranê da û ragihand, em rê nadin ti kes destê xwe bixe nav karûbarên me.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî, pêr li ser referandom û serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihandibû, Îran li dijî referandom û serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ye û piştevaniya yekparçebûna Iraqê dike.

Li hember vê yekê, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê bersiva Wezareta Derve ya Îranê daye û ragihandiye, mijara referandom û serxwebûna Herêma Kurdistanê meseleyeke navxwe ya Iraqê ye. Herêma Kurdistanê dê vê mijarê bi rêya diyalog û gotûbêjê bi Bexdayê re çareser bike ji ber wê jî em rê nadin ti kes destê xwe bixe nav vê yekê.

Fermangeha Pêwendiyên Derve her wiha diyar kiriye ku referandom û serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye û biryara dawî li ser serxwebûnê jî dê ji aliyê gelê Kurdistanê ve were dayîn.

Referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê îsal tê encamdan lê heta niha roja wê nehatiye destnîşankirin.

Heftenameya Bas duh eşkere kiribû ku PDK û YNK li ser wê yekê li hev kirine ku referandom û hilbijartinên giştî bi hev re û meha Mijdara îsal bên encamdan.

basnews
Top