Şandeke ENKSê çû Misrê
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro ji K24 re ragihand, ENKS ji aliyê Serokê Şepêla Sibaroja Sûriyê Ehmed El-Cerbe ve ji bo civîneke taybet bi rewşa Sûriyê hatiye vexwandin û niha ew şanda ENKSê li Qahîre paytexa Misrê ye.
Herwiha Biro da zanîn ku dê gelek aliyên siyasî û leşkerî dê beşdarî wê civînê bibin û dê bi giştî pirsa krîza Sûriyê di wê civînê de were gotûbêjkirin.
Li gor zanyariyên gihêştine destê K24ê, ji bilî ENKSê, PYD jî ji aliyê Ehmed El-Cerbe ve bo wê civînê hatiye vexwandin.
K24
