• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞê êrîş kir ser qampeke Hesekê 37 kes kuştin

DAIŞê êrîş kir ser qampeke Hesekê 37 kes kuştin
Çekdarên DAIŞê êrîşî qampa Ricim Sileybî ya devera Holê li başûrê Hesekê kirin û nêzî 37 kesan hatin kuştin û zêdeyî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya K24ê, 4 çekdarên DAIŞê bi wesayîta ji cureya Hamer êrîşî qampa Ricim Sileybî kirin û di encamê de nêzî 37 kesên koçber hatin kuştin û zêdeyî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî Heyva Sor a Kurd jî ragihandiye, birîndarên qampê ku piraniya wan ji penaberên Mûsil û koçberên Dêrazorê ne bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatine veguhestin û birînên çend kesan jî giran in.

Basnews
Top