Referandom û hilbijartinên giştî yên Kurdistanê bi hev re tên encamdan
Meha borî PDK û YNK ser referandoma serxwebûna Kurdistanê civiyan. Heftenameya Bas agahiyên girîng li ser naveroka wan civînan eşkere kiriye û ragihandiye, PDK û YNK li ser wê yekê li hev kirine ku referandom û hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, ku tê pêşbînîkirin meha Mijdara îsal were encamdan, bi hev re bên kirin.
Li gorî raporta Basê, YNK û PDKê amaje bi wê yekê jî kirine ku eger hilbijartinên parlamentoyê hatin paşxistin jî divê referandom were encamdan û nabe gîro bibe.
Basê daye zanîn ku YNK û PDKê tekîd li ser wê yekê jî kirine ku divê referandom li hemû deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê were encamdan.
Serokê Komîsyona Hilbijartinan û Referandomê li Herêma Kurdistanê, Hendirên Mihemed li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, her gava ji me re bê gotin em amade ne referandom û hilbijartinan organîze bikin. Me amadekariyên xwe kirine û em li benda fermanê ne.
Basnews
