Civata Wezîran: Karker jî bi canê pêşmergane Kurdistanê avadan dikin
Teksta daxuyaniyê:
Yekê Gulanê, roja cîhaniya Karkeran, pîrozbahiyê li karkerên Kurdistanê û tevaya karkerên cîhanê dikîn û hêviya cejinek û bihênvedanek xweş û aram jê re dixwazîn.
Di vê minasibetê de, em bi qedir û hûrmet li rola mezin a avaker ya karkerên Kurdistanê ku weke ka çawa pêşmergeyên mêrxas tixûbên Kurdistanê di parêzin û gefên terorê jê dûr dixin dinerîn, karker jî bi hêza zend û baskên xwe, bi cane pêşmergane Kurdistanê avadan dikin. Hemû ew karesatên bi ser Kurdistanê de anîne ku tê de bajar, bajarok û gundên wêran kirine, hertim careke din bi dilsozî û bi hêza zend û baskên karkeran hatine avadanankirin ve, di qonaxa azadiyê jî de, karker hertim hêza avaker û pêşxistina avadaniyê bûne.
Di vê rojê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû piştevaniya xwe ji bo timama mafên karkeran dupat dike û li gor îmkanên xwe ji bona baştirkirina rewşa karkeran di hemû waran kêmasiyê nake, daxwazê ji sektora taybet dike giringiyeke zêdetir bi karkeran û rewşa û xweşkirina aqarê karkirinê bide, her ji kirê û heqdest heta dabînkirina timama şayîsteyên wan, xulqandina aqar û atmosferekî baştir yê karkirinê û dakokîkirina ji selametî, cî û dema karkirinê.
Careke din Yekê Gulanê li hemû karkerên Kurdistanê pîroz be, hêvîdar în hemû cejin û minasibetên bên di rewşeke baştir de pîroz bikin.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
01.05.2017
