• Saturday, 21 February 2026
logo

Qasim Şeşo: Nêzîkî 1000 çekdaran li Şingalê dest li PKKê berdane!

Qasim Şeşo: Nêzîkî 1000 çekdaran li Şingalê dest li PKKê berdane!
Fermandarê Pêşmerge li Şingalê amaje bi vê yekê dike ku PKK li herêmê ber bi lewaziyê ve diçe û hejmarek zêde çekdarên PKKê xwe radestî hêzên Pêşmerge kirine û hejmara wan jî nêzîk 1000 kesî ye.

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha 800 çekdarên PKKê li Şingalê xwe radestî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine, biryare piştî perwerdeya taybet di nav rêzên Pêşmerge de bên bicîh kirin.’’

Qasim Şeşo amaje bi vê yekê jî kir, rojane xelk ji PKKê û çekdarên wan cuda dibin û rêjeya wan digehe ber bi 1000 kesan, ku piraniya wan kurdên êzdî ne û peyvendî li gel wê partiyê pêkanîbûn û naha piştî ku rastiya bûyeran zanîn, dest li PKKê berdidin. Herwaha teqez kir: ‘’Pêgeh û hêza PKKê li Şingalê bi temamî lewaz bûye, bo tejî kirina valatiyê jî li Şingalê, bi naçarî hêz ji rojava ve tînin navçeyê.’’

Basnews
Top