Îranê bi fermî dijatîya xwe ji bo referandoma herêmê ragîhand
Behram Qasmî, peyvdarê wezareta derve ya Îranê ragîhand; Îran dijî referandoma herêma Kurdistanê ye ji bo serixwebûnê, Kurdan jî maf di destûra Îraqê da heye û nabe dijayetîya serwerî û yekparçeyîya Îraqê bikin.
Qasmî ragîhand; ew mijarên dikevin di qadê da ne tiştên nû ne, berî niha jî gelek caran ew mijar hatine berçav kirin û got; bêgoman dê piştevanîya yekparçeyîya Îraqê û serwerîya wê bikin, dijyayetîya her parçebûn û cudabûnekê jî dikin.
Pêştir Fazil Mîranî, sekretêrê mekteba sîyasî ya partî ragîhandi bû; ew ji bilî gelê Kurdistanê destûrê ji kesan wernagirin ji bo referandomê û goti bû; weku Kurd û Kurdistanî mafê wane referandomê bikin û derbirînê ji nasnama xwe ya niştîmanî bikin.
War.tv
