PKK ala Iraqê li ser binkeyên xwe yên li Şingalê bilind dike
Li gor zanyariyên BasNewsê bidest xistine, di civîna roja 30.04.2017ê ya fermandarên PKKê li Şingalê de biryar hatiye girtin ku ala Iraqê li hemû binkeyên xwe yên li devera Şingalê bilind bike û her roja 01.05.2017ê li hin binkeyan ala Iraqê hate bilind kirin.
Vê derbarê de qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ew zanyariyên BasNewsê piştrast kir û aşkera kir, zanyarî hene PKK ala Iraqê li ser hemû binkeyên xwe yên li Şingalê bilind kiriye.
Berî naha endamê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Macîd Şingalî ji BasNewsê re ragehandibû, PKK têgeheştiye ku piştî wê bombebarana Tirkiyê mana wan li Şingalê zihmete, ji ber vê jî biryar daye bi piştevaniya Nûrî Malikî 3 partiyan li Şingalê bi navên cuda cuda ava bike û xwe di wê çarçovê de veşêrin. Ji ber vê jî guman tê kirin bilind kirina ala Iraqê peyvendiya xwe bi wê babetê ve hebe.
Basnews
