• Saturday, 21 February 2026
logo

Erebên Mûsilê: Pasdarên Îranê gelek baregeh li Mûsilê vekirine

Erebên Mûsilê: Pasdarên Îranê gelek baregeh li Mûsilê vekirine
Berdevkê eşîrên ereb yên deşta Neynewa ya Mûsilê dibêje, pasdarên Îranê li Mûsilê gelek baregeh vekirine û Îran dixwaze Mûsilê bike bajarekî şîe!

Berdevkê eşîrên ereb yên Neynewa, Muzahîm El Huwêt ji rojnameya erebî ya Şerqul Ewset re gotiye, li Mûsilê li aliyekî Îran li aliyê din jî Nûrî Malikî (cîgirê serokomarê Iraqê) dixwazin bajêr bikin bajarekî şîe.

Muzahîm El Huwêt daye zanîn, Malikî dixwaze mezinên sunniyan bikşîne aliyê xwe û bi vê yekê piraniya kursiyên Mûsilê zeft bike. Îranê jî gelek baregeh vekiriye û tijî hêz û çek kiriye.

Wî mezinê erebên Mûsilê daye xuyakirin ku Îran û Malikî dixwazin sunniyên Mûsilê ji hev belav bikin û Mûsilê bikin bajarekî şîe bi vê yekê dijîtiya Herêma Kurdistanê jî bikin.

Basnews
Top