• Saturday, 21 February 2026
logo

ENKSê piştgirî da bicihbûna leşkerên Amerîka li ser sînorê Rojava

ENKSê piştgirî da bicihbûna leşkerên Amerîka li ser sînorê Rojava
Roja şemiyê, komeke din a leşkerên Amerîkayê bi hejmarek wesayitên zirhî li ser hinek xalên sînorî yên navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê hatin bicihkirin. Bicihbûna leşkerên Amerîkayê, ji aliyê partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ve tê piştevanîkirin.

Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, tevî nakokiyên xwe yên siyasî, derbarê hebûna hêzên Amerîka li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê yê bi Tirkiyê re yekdeng in.

Tevahiya aliyên siyasî hebûna van hêzên li ser sînor weke gaveke erênî û baş dibînin.

Piştî derketina şer li hin deverên sînorî di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Artêşa Tirkiyê de, roja şemiyê hejmarek din ji hêzên leşkerî yên Amerîkayê li ser hin xalên sînorî yên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de hatin belavkirin.

Serkirdeyekî ENKSê dibêje ku metirsiyek mezin hebû ku artêşa Tirkiyê derbasî Herêmê biba, lewma ew hebûna Leşkerên Amerîkî bi erênî dinerxîne.

Endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê Fethella Gedo: “Hebûna hêzên Amerîkayê di vê rewşa awarte de li ser sînorê Kurdistana Sûriyê gaveke gelek erênî ye ji bo parastina herêma kurdî. Ji ber ku hêzeke kurdî ya hevbeş tinebû û metirsiyeke mezin jî hebû bi derbasbûna hêzên Tirkiyê bo nav herêma Rojavayê Kurdistanê û herwiha êrişa rejîmê li ser herêma me.”

Rêvberiya Xweser jî li ser zimanê serkirdeyekî wê aşkere dike ku ew naxwazin bi Tirkiyê re nakokiyan kûr bikin. Heriwha ew dibîne ku belavbûna hêzên Amerîkayê gavek ber bi pêkanîna daxwaza wan a sereke ye ku herêm bibe herêmeke dij-firînê

Serkreterê Partiya Çepa Demokrat, Salih Gedo jî derbarê bicihbûne hêzên amerîkî li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê-Tirkiyê de ragihand:

“Bi rastî jî ev belavbûna hêzên Amerîka li ser sînorê Rojava cihê dilrihetiya milletê me ye. Di paşerojê de dê meseleya herêma dije-firînê jî pêk were. Xwasteka me ne ev e ku em Tirkiyê han bidin, belku Tirkiye ye ku êrişên hovane dike. Ev belavbûna hêzên Amerîka herwiha bêguman nameyek ji dewleta Tirkiyê re jî ye.”

Serkirdeyekî Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) jî di vê baweriyê de ye, Amerîka nahêle şer di navbera HSDê û Artêşa Tirkiyê de derkeve.

Sekreterê EL-PARTÎ Nesredîn Ibrahîm ragihand, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) u Tirkiye hevalbendên Amerîkayê ne di şerê li dijî terorê de, lewma armanca Amerîkayê ev e, ku bi vê gavê rê li pêş derketina şer di navbera herdu aliyan de bigire.

Hêzên Amerîkayê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de belav bûne. Li gorî ku fermandarên YPG diyar dikin, mebesta hebûna hêza Amerîkî ew e, ku êrîşên Tirkiyê bi ser bargehên wan li Rojavayê Kurdistanê raweste.

rudaw
Top