Amerîkayê ji bo şerê Reqayê HSD û YPG hilbijartiye
Li gorî gotina hemwelatiyê bi navê Azad Kîkanî, duh hêzên amerîkî gihiştine gundê Xennamiyê ya Dirbesiyê.
Kîkanî dibêje; “Ev hêz bi sedema topbarana ketûber ya Artêşa Tirkiyê ya li dijî sivîlan hatiye, niha zirxpoş li Xennamiyê bicîh bûne.”
Fermandarên YPGê diyar dikin, ev tevgera Artêşa Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo amadekariyên operasyona Reqayê ne.
Tê gotin, ku leşkerên amerîkî ligel YPG-HSDê plana şerê Reqayê amade dikin. Di heman demê de herdu alî navendên polîsan û encûmenên xwecihî û saziyên sivîl amade dikin.
Wezîrê Berevaniya Kantona Cezîrê Rêzan Gulo jî dibêje; “Piştî êrîşa Tirkiyê ya liser Çiyayê Qereçoxê û herwiha liser Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û Amûdê, YPG bersiva êrîşên Artêşa Tirkiyê dan. Piştre hêzên amerîkî biryar dan ku ligel YPG-YPJê hevahengiyê bike da ku çavdêriya rewşê bi firokeyan û zirxpoşan li ser sînorê Kobanî û Cezîrê bike.”
Tê zanîn ku hêzên amerîkî cara yekem Li Minbicê nehiştin di navbera HSD û Mertala Feratê de şer derbikeve.
Ev yek di demekê de ye, ku li gorî çavdêran Amerîka û Rûsyayê li Sûriyê ji bo deverên jeopolîtîk lihev kirine. Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê û Rûsya jî li bakurê rojavayê Sûriyê xwe serdest dike.
Rudaw
