• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî serpereştiya civîna hevbeşa Hikûmet û her dû Dezgehên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn kir

Gulan Media April 30, 2017 Nûçe
Serok Barzanî serpereştiya civîna hevbeşa Hikûmet û her dû Dezgehên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn kir
Roja yekşem 30.04.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîna hevbeşa Hikûmet û her dû Dezgehên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn kir.

Li vê civînê de ku bi mebesta çareserkirina kêşeyên Pêşmergeyên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn û bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmet û Wezîr û berpirsên peywendîdaran birêveçû, dûvdaçûn ji bo bi cîhkirina biryar û raspardeyên Serok Barzanî di derbarê çareserkirina kêşeyan kirin. Her wiha Hikûmet jî rapora xwe ya di derbarê sedema paşketina çareserkirin û bi cîh kirina daxwazên her dû Dezgeha Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn xisterû.

Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da tekez li wê yekê kir ku pêwîste her dû alî hevdû têbigihin û li yekalîkirina navê Pêşmergeyan û musteheqatê wan de dadperweriyê berçav bigrin û ked û xebata Pêşmergeyan piştguh nexin. Her wiha wê yekê jî dûpatkir ku pêwîste her dû Dezgehên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn ber çavê Hikûmetê bêne rûn kirin û Hikûmet jî bi mekanîzmekî guncaw çareserkirina kêşeyên Pêşmergeyan bi ewlewiyeta xwe bizane.

Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û paşaroja Kurdistanê û proseya referandûm û serbixweyiyê ji bo amadebûyan behs kir.

Top