Di kongireya layên cîhanê de behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê hat kirin
Duh li herêma Pirovnîl ya Kurwatiya, yazdehemîn kongireya yekitiya demokratîk ya layên cîhanê hat lidarxistin.
Di kongireyê de cîgirê serokê yekitiya demokratîk ya layên cîhanê Felah Hesen jî, ku xortekî kurd e, beşdar bû.
Felah Hesen di kongireyê de gotarek pêşkêş kir. Wî xortê kurd anî ziman ku civînên bi wî rengî dibin sebeba xurtbûna dostaniya navbera layên cîhan û Ewropa, ew jî bo paşeroja Kurdistanê baş e.
Di kevana kongireya layên cîhanê de, cîgirê serokê yekitiya demokratîk ya layên cîhanê bi serokê Herêma Pirovnîl ya Kurwatiya re hevdîtin kir.
Di wê hevdîtinê de behsa şerê DAIŞê, mêrxasiya Pêşmerge, referandom û serxwebûna Kurdistanê hat kirin. Serokê Herêma Pirovnîl li ser serxwebûna Kurdistanê got ku ew hêvîdar in kurd bigihê mafê xwe yê serxwebûnê.
Basnews
