• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Dibe nîvê şevekê em biçin nav Şingalê

Gulan Media April 30, 2017 Nûçe
Erdogan: Dibe nîvê şevekê em biçin nav Şingalê
Serok komarê Tirkîyê gef li PKKê û YPGê kirin û ragîhand; rê nadin PKKê û YPG li bakurê Îraqê û Sûrîyê bibin gef li ser welatê wan, nîvê şevekê jî emê biçin nava Şingalê û bakurê Sûrîyê.

Receb Tayib Erdogan ragîhand; êrîşên wan li ser PKKê li Şingalê û YPGê li bakurê Sûrîyê dê berdewam bin û got; Tirkîyê dizane çi bike û kengî bike, dibe nîvê şevekê jî supayê wan biçe nava Şingalê û Qereçoxê.

Erdogan behsa armancên welatê xwe kir û ragîhand; armanca wan niha bajarê Minbicê û operasyona Reqqaye bi hemahengîya hevpeymanîya navdewletî, lê nabe berhingarîya rêxistineka terorîstî bi hêzeka din ya terorîstî bê kirin>

War.tv
Top