Qaymeqamê Şingalê: Iraqê çawa Mucahidîn derxist bila PKKê jî derxîne
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera erebî ya bi navê “Erebî Cedîde” re gotiye, hikûmeta Iraqê di warê darayî û serbazî de alîkariya çekdarên PKKê yên li Şingalê dike. Daxwaza me ew e ku Bexdayê alîkariya PKKê neke ji ber ku dibe sebeba alozbûna rewşa Kurdistanê.
Mehma Xelîl her wiha gotiye, çekdarên PKKê yên ku ji Sûriye û navçeyên din derbasî Şingalê bûne, ne bi sûda Iraqê ye ne jî bi sûda Tirkiye û Sûriyê ye ji ber ku ew dibin sebeba serêşiya hemû aliyan.
Qaymeqamê Şingalê ji hikûmeta Iraqê dixwaze ku çawa çekdar û endamên rêxistina îranî ya Mucahidînê Xelq ji Iraqê derxist, wisa jî çekdarên PKKê ji Kurdistanê derxîne.
Piştî ku Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin, PKKê hêzên xwe şand wê derê û heta niha jî li wir bicîh bûne.
basnews
