YE: Nabe Şingal bibe cihê şerê komên ciyawaz
Nivîsa ku ji aliyê 70 parlementerên Yekîtiya Ewropayê ve hatiye amadekirin û belavkirin, amaje bi wê yekê kiriye ku di 25ê Nîsana 2017an de hêzên esmanî yên Tirkiyê bi ser Çiyayê Şingalê êrîş kiriye û di nivîsê de hatiye gotin: “Ji ber vê yekê êzidî bûne qurbanî.”
Herwiha parlementeran aşkere kirine: “Em li dijî komkujiyê bi awayekî tund wê êrîşê şermezar dikin. Xemgîniya xwe ya ji bo wê navçeyê diyar dikin. Herwiha ew êrîş binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.”
Parlementeran di nivîsa xwe de herwiha gotine: “Nabe ku Şingal bibe cihê şerê berjewendiya hin komên ciyawaz. Em ji raya navdewletî dixwazin, ku li çarçoveya serweriya xaka Iraqê û bi mafê xwerêveberiya êzidiyan, Şingalê biparêzin.”
Di 25ê Nîsana 2017an de firokeyên şerî yên Tirkiyê, Çiyayê Şingalê bombebaran kirin û di encamê de 6 pêşmerge şehîd bûn û şervanekî jiyana xwe ji dest da. Herwiha 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.
Herwiha firokeyên Tirkiyê Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya YPGê, di encama vê bombebaranê de jî, 20 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û 18 şervan jî birîndar bûn.
Rudaw
