• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Iraqê kir

Gulan Media April 30, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Iraqê kir
Roja şemî 29.04.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îrfan Elheyalî Wezîrê Berevaniya Iraqê û Ferîq Rukin Enwer Hemedemîn Fermandeyê Hêzên Asmanî ya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku rêzdar Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet amade bû, Wezîrê Berevaniya Iraqê, Serok Barzanî ji pêşhatên dawî yên emnî û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li operasyona azadkirina Musilê agahdar kir. Her wiha rewşa navçeyên azadkiriyên Musil û paşaroja Musilê xistin ber behs û tekez li ser berengarbûn û ji navbirina terorîstan û azadkirina navçeyan kirin.

Her li vê hevdîtinê de hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li proseya azadkirina Musilê da bilind nirxandin û tekez li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.


Top