• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Amûdê çekdarên PKKê 14 şagird bi zorê ji xwendinê dûr xistin û tevlî xwe kirin!

Gulan Media April 29, 2017 Nûçe
Li Amûdê çekdarên PKKê 14 şagird bi zorê ji xwendinê dûr xistin û tevlî xwe kirin!
Berpirsekî ENKSê ragihand, çekdarên PKKê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê 14 zarok bi darê zorê tevlî hêzên xwe kirin.

Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Amûdê Îsmaîl Hemo ji malpera fermî ya PDKê re got, çekdarên PKKê ketin nav 4 medreseyên Amûdê û 14 şagird girtin û birin.

Îsmaîl Hemo her wiha got, çekdarên PKKê ew şagird bi darê zorê tevlî hêzên xwe kirin û birin nêzîkî bajarê Reqayê.

Wî berpirsê ENKSê anî ziman ku malbatên wan şagirdan gelekî nîgeran in û got, malbatên wan xortan ji asayişa PKKê jî pirsîn lê wan gotin ku ew şagird “bi dilê xwe!” tevlî wan bûne.

Îsmaîl Hemo da xuyakirin ku êdî xelk nawêrin ji tirsa PKKê zarokên xwe bişînin xwendinê.

Basnews
Top