• Saturday, 21 February 2026
logo

Rûsya: Êrîşên Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê nayên qebul kirin

Gulan Media April 28, 2017 Nûçe
Rûsya: Êrîşên Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê nayên qebul kirin
Wezareta derve ya Rûsya li dor êrîşên esmanî yên Tirkîyê li Şingalê û Qereçoxê daxuyanîyek da û ragîhand; ew êrîş nayên qebûl kirin.

Di beyanekê da wezareta derve ya Rûsya wesa belav kirîye ku êrîşên esmanî yên Tirkîyê li Sûrîyê û Îraqê bê destûrîya alîyên qanûnî yên wan welatan nayê qebûl kirin û dijî qanûnên Navdewletî ye.

Herwesa Rûsya ji hemû alîyan xwest dupatîyê li mijara herî giring bikin ku berhingarbûna terora Daişê û bereya Nusre ye.

War.tv
Top