DÊRSIM - 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan
Li Dêrsimê operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê berdewam dike.
Hat zanîn, li devera Izilmescit a girêdayî navçeya Pilemûrê û herwiha li devera Alibogaz a girêdayî navçeya Çemişgezekê operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî PKKê dom dikin.
Li gorî agahiyan li her du deveran di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de şer û pevçûn derketine.
Li gorî medyayên Tirkiyê, di encama pevçûnên li navçeya Pilemûrê de 7 gerîalyên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin, ew gerîla di encama êrişên esmanî de hatine kuştin.
Herwiha li devera Alibogaz a ser bi navçeya Çemişgezekê ve jî di encama pevçûnan de, 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û 2 gerîla jî birîndar bûne.
Her li gorî agahiyên ji medyayên Tirkiyê, her li heman deverê 8 gerîlayên PKKê jî xwe radestî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê kirine.
Her 2 gerîlayên PKKê ku di şer de birîndar bûne, di bin rêkarên tund ên ewlehiyê de bo Nexweşxaneya Dewletî ya Dêrsimê hatine veguhastin û piştî çareseriyên destpêkê yên pizîşkî hatiye gotin, ku rewşa tendirustiya wan baş e.
Rudaw
