• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Şerê DIŞIê diguhere bo şerê Îstîxbaratî

Gulan Media April 28, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Şerê DIŞIê diguhere bo şerê Îstîxbaratî
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî xwe de li gel rojnameya Amerîkî ya the Guardian eşkere kiriye ku ji niha û pêde vê cureya şerê DIŞIê rastî guhertinan be û ew şerê han ji şerê leşkerî û çekdarî diguhere dibe şerekî îstîxbaratî.
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kiriye ku şikest û têkbirina DIŞIê û jidest dana deverên zêdetir ji aliyê DIŞIê ve bûne sedema vê yekê ku cîhadiyên biyanî nikaribin xwe bigehînin nava refên terorîstên DIŞIê lewre ew şerê han diguhere û dibe şerê îstîxbaratî û vegera cîhadiyên biyanî jî bo nava welatên xwe metirsiyeke gelek mezine û nabe bi kêmî li vê metirsiya han binirin.
Top