Tirkiyê nikare bibe endama Yekîtiya Ewropayê
Pejirandina xalên nû yên Destûrî li Tirkiye piştî referendoma 16ê Nîsan a îsal, di qada Ewrûpa de dibin sedema gengeşeyan.
Raportora Parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê Kati Piri di bersîva rojnamevanan de ragihand ku, ger guherîn wekî hatin pejirandin bikevin nav Destûrê de, deriyên Yekîtiya Ewrûpa li ser Tirkiye dê bên girtin.
Li gor Piri, baştirîn rê pêkanîna danûstandinên taybet li gel Tirkiye ye, ne endametî di YE de.
Ev demek e pêwendiyên Ewrûpa û Tirkiye di nav aloziyan de ne. Tirkiye, Yekîtiya Ewrûpa bi destwerdana karên navxweyî û piştgiriya terorizmê tewanbar dike. Ji aliyê xwe ve YE, Tirkiye sucdar dike ku, erkên xwe yên demokrasiyê pêknayne û bi vî şêweyî nikare bibe endam di YE de.
Basnews
