Obama wê gotarekê bi 400 hezar dolaran pêşkêş bike
Li gorî medyaya Amerîka, kompanîya Kantor Fîtzigêralld ku li Wulsitrît navenda bazirganîya Amerîka çalakîyan nîşan dide, wê 400 hezar dolaran bide Barak Obama ji bo pêşkêş kirina gotarekê di konferanseka saxlemîyê da.
Çaverê tê kirin, ew konferans li Îlona îsal bê sazkirin, li dema nan xwarina nîvro jî, Barak Obama serokê berê yê Amerîka dê gotara serekî ya konferansê pêşkêş bike.
War.tv
