Hêmen Hewramî: Serok Barzanî eger bîst gavan li pêşiya xwe nebîne gavekê navêje
Beşê diplomatick û pêwendiyên navnetewî li zankoya Lubnanî-Fransî ku, îro, roja Çarşemê 26.04.2017ê panelêk bo Hêmen Hewramî Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê di bi navê "Bandora pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê li ser pirsa referandomê " li darxistin.
Hêmen Hewramî di panêlê de pirsa serxwebûna Kurdistanê bi siyaseta Derve ya Hêrêmê girêda û got ku, hatina welatên dunyayê li ser xetê û piştgiriya wan ji mere di yekemîn roja êrîşkirina DAIŞê nimûneya serkeftinê ji pêwendiyên Derve yên Herêmêm rûda.
Herwiha Hewramî diyar kir ku, ew pêgeha diplomatik ne tenê ya siyaseta derve bû, lê qehremanîya pêşmergeyên Kurdistanê beşek jê bû derbarê vê yekê de got ku, dive em balansa pêwendiyan biparêzin û pêwendiyên me li ser bingeha berjewendiyên Kurdistanê ava dibin.
Di beşekî din ya panêlê de behsa stratejiya Serok Barzanî bo pirsa referandom û serxwebûna Herêma Kurdistanê kir û got: Dema Serok Barzanî behsa encamdana referandomê li Herêma Kurdistanê kir ew stratejya ku, danîbû ronî da, ji ber her pêngaveke Serok Barzanî çendîn pêngav li paşerojê de tê dîtin, ku, Barzanî naxwaze paşeroja Kurdistanê weke ya niha û ya dema borî be, di vê paşeroja Kurdistanê gelekî başbe, herwiha tekez kir ku, îsal referandom tê encamdan.
Basnews
