Erebên deşta Neynewa ya Mûsilê: PKK gef e li ser Şingalê
Nûnerê eşîrên ereb yên deşta Neynewa ya Mûsilê, şêx Sebah Ebid Rebo îro li Duhokê li ser bordûmana çiyayê Şingalê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve û hebûna hêzên PKKê li wê deverê daxuyaniyek da rojnamevanan.
Şêx Sebah Ebid Rebo bordûmana çiyayê Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir û ragihand, ew pêşmergeyên di wê êrişê şehîd bûne, welatiyên ku li ser çiyayê Şingalê ne, diparastin.
Nûnerê eşîrên ereb yên Mûsilê her wiha got, divê PKK bi lez ji Şingalê derkeve ji ber ku hebûna PKKê li wê deverê, metirsiyê li ser welatiyan çêdike û nahêle xelkê vegerin malên xwe.
Şêx Sebah anî ziman ku devera Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve tê parastin ji ber wê jî pêwîstî bi PKKê nîne û got, bila Hewlêr û Bexda hewlên xwe bo derxistina PKKê ji Şingalê xurt bikin.
Basnews
