• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye serxweşiyê li Serok Barzanî kirin

Gulan Media April 27, 2017 Nûçe
Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye serxweşiyê li Serok Barzanî kirin
Êvariya roja sêşem 25.04.2017 li peywendiyekî telefonî da birêz Receb Tayyib Erdogan Serok Komar û Binalî Yildirim Serok Wezîrê Tirkiye li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, dilgiraniya xwe bi şehîdbûna şeş Pêşmerge û birîndarbûna heşt Pêşmerge bi Serok Barzanî ragihand ku li encama êrîşa firokeyên Tirkiye ya çiyayê Şingalê şehîd û birîndar bûn.

Her wiha serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarên şehîdên wê rûdanê kir û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran xwest û eve jî dûpat kirin ku ew rûdan bi tu awayekî bi qesta nebûye û li encama şaşiya firokeyan bûye.

Top