• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka dilgiranîya xwe ji bo êrîşa Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê dîyar kir

Gulan Media April 26, 2017 Nûçe
Amerîka dilgiranîya xwe ji bo êrîşa Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê dîyar kir
Wezareta derve ya Amerîka dilgiranîya xwe ji êrîşên esmanî yên Tirkîyê li Şingalê û Qereçoxê derbirî ku pêşmerge û YPGê û hêzên din kiribu armanc.

Mark Toner, peyvdarê wezareta derve ya Amerîka ragîhand: îdara Amerîka pir dilgirane ji êrîşên esmanî yên Tirkîyê li bakurî Sûrîyê û Îraqê ku bê hemahengîya guncayî di gel Amerîka û hevpeymanîya dijî Daişê hatine kirin.

Toner dîyar kir jî ku Amerîka ev dilgranîya xwe rasterast gihandîye hikûmeta Tirkîyê.

Ji alîyê xwe ve serokê Tirkîyê piştrast kir ku welatê wî Amerîka agehdar kirîye berî êrîşên esmanî li Şingalê encam bide.

War.tv
Top