• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Mebesta me ji lêdana Şingalê qet Pêşmerge nebûye

Gulan Media April 26, 2017 Nûçe
Erdogan: Mebesta me ji lêdana Şingalê qet Pêşmerge nebûye
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, wan berî bordûmana Çiyayê Şingalê û Çiyayê Qereçoxê, Amerîka, Rûsya û Herêma Kurdistanê agahdar kirine.

Erdogan ji ajansa Reutersê re behsa êrişên esmanî yên firokeyên şer ên Tirkiyê bo ser devera Şingalê li Başûrê Kurdistanê û navçeya Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, ku wan li dijî terorê ew operasyon pêk anîne.

Erdogan da xuyakirin, ku wan berî destpêkirina operasyonê, agahî dane dane Amerîka, Rûsya, herwiha îdia kir, ku agahî dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî.

Erdogan destnîşan kir, Li Şingalê nêzîkî 2000 çekdarên PKKê hene û diyar kir, Tirkiye rê nade ku Şingal bibe Qendîla duyem.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi şehîdbûna pêşmergeyan di vê êrişê de jî kir û got: “Tişta ku li Şingalê çêbû, bi ti awayî li hember Pêşmerge nebû, me jî bihîtiye ku 5 pêşmerge canê xwe ji dest dane, helbet me nedixwast tiştekî wiha biqewime.”

Recep Tayyip Erdogan tekez kir, ku “ev operasyon bi ti awayî li dijî Pêşmerge nebûye” û got, ew ji ber jiyan ji dest dana pêşmergeyan xemgîn in.

Erdogan herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku operasyonên wan dê li Şingalê û bakûrê Sûriyê berdewam bin.

Firokeyên şer yên Tirkiyê duh Çiyayê Şingalê bombebaran kirin û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û şervanekî jiyana xwe ji dest dan. Hewiha 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.

Herwiha firokeyên Tirkiyê Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya YPGê, di encama vê bombebaranê de jî, 20 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û 18 şervan jî birîndar bûn.

Basnews
Top