• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Me daxwaza ronkirinê ji Tirkîyê kirîye

Gulan Media April 26, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Me daxwaza ronkirinê ji Tirkîyê kirîye
Şîretkarê civata asayîşa herêma Kurdistanê ragîhand; êrîşa Tirkîyê li ser hêzên pêşmerge ya neçaverêkirî bû û li dor êrîşê, wan daxwaza ronkirinan ji Tirkîyê kirîye.

Mesrûr Barzanî şîretkarê civata asayîşa herêmê, ji bo rojnameya Newyork tayimza Amerîka got: bombebaranên Tirkîyê li Şingalê, ne çaverêkirî bû, jiber ku pêştir Tirkîyê êrîşî deverên sînorî di kir, lê niha dest bi êrişkirina ser Şingalê kirîye û mixabin çend pêşmergeyan jî di êrîşê da bûne qorbanî.

Got jî: li dor êrîşê wan daxwaza ron kirinê ji hikûmeta Tirkîyê kirîye û heta niha bersiva wan nehatîye dan, lê ew hêvî xwazin ku Tirkîyê bi şaşî ew êrîş kiribe.

Ev di demekî daye frokeyên şerkerên Tirkîyê, doh bombebarana cihên PKKê li Şingalê kiribûn û baregehekî hêzên pêşmerge jî ber bi bombebaranê ketibû û di encam da, 5 pêşmerge şehîd bûn û 9 jî birîndar bibûn.

War.tv
Top