• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Hunermendê Mezinê Kurd Mezher Xaliqî kir

Gulan Media April 25, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Hunermendê Mezinê Kurd Mezher Xaliqî kir
Roja sêşem 25.04.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hunermendê Mezin û Navdarê Kurd Mezher Xaliqî kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî hal û rewş pirsînê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Mezher Xaliqî kir ku bi sedema wê rola xwe ya li jiyana çandî û kultûriya gelê Kurdistanê de dîtiye û her wiha helwesta wî ya niştîmanperwerî bilind nirxand û hêviya tendirustiyeke baş ji bo wî xwest û ragihand ku Mezherê Xaliqî cihê şanaziya me hemû aliyeke.

Her li vê hevdîtinê de Mezher Xaliqî spasî erk û ked û xebata Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina bi siyaset û stratejiya Serok Barzanî ya di derbarê serbixweyiyê de, wê yekê xisterû ku hemû şiyan û berhem û çalakiyên xwe dixe xizmeta proseya serbixweyiya Kurdistanê.

Top